Hin pisporên sîyasî dibêjin, sîyaseta xendekan Kurdan dike armanca hêzên dewleta Tirk û dewlet van xendekan wek behaneya êrîşkirinê ya ser herêm û bajarên Kurdan dibîne.
Nivîskarê Kurd Îbrahîm Sedîyanî nerînên xwe yên ser vê mijarê digel guhdarên pişka Kurdî ya Dengê Amerîka parve dike.
Sedîyanî dibêje, “Wisa xûya dike ku, armanca kolana van xendekan bo xistina AKP û demokratîzekirna Tirkîyê ye. Ev şaşitîyeke mezin e, divêt Kurd bo demokratîzekirna Tirkîye neyên qurban kirin.”
Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê.