Tilfizyona Feremî ya Îranê dibêje serokwezîrê Tirkiyê li gel berpirsên Îranê Kombû ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê ku her yek ji herdû welatan piştgiriya aliyekî dijber dikin di şerê Sûriyê de.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu doh înê bo serdaneke du rojan gihîşt îranê ku yekem serdane bo berpirsekî Tirkiyê ji dema rakirina cezayan ji ser Îranê piştî rêkeftina navokî di navbera Îranê û hêzên mezin yên cîhanê de meha çelle.
Davutoglu îro şemiyê diyar kir ku herçendî nakokî hene di navbera wan û Îranê de li dor Sûriyê, lê hevrêziya di navbera herdû welatan de pêwîst bû ji bo bidawîanîna herikandina xwînê.
Tê zanîn ku Tirkiyê piştgiriya serhildêrên dijî rêjîma Esed dike û Îran û Rûsya jî piştgiriyeke berbiçav dabîn dikin ji bo hikûmeta Sûriyê.
Davutoglu got Tirkiyê û Îranê hêvî dikin ku bazirganiya di navbera hev de bigihînin 30 milyar dolar.