Rêxistina Lêxweşbuna Nêvneteweyî (Amnesty International) daxwazî ji hikûmeta Tirkîya dike dawi bi rewşa awarte li herêmên Kurdan bîne.
Ev rêxistina cîhanî dibêje, jiyana 200 hezar kesan li wan bajar û deveran di tirş û xeterê de ye û li jêr cezakirina girseyî ye.
Amnesty dibêje, qedexeya hatin-çûnê xelkê wan deveran ji xizmetên lezgîn yên saxlemiyê, xwarin û vexwarin û elektrîkê bêpar kirine.
Burhan Zoroglu, rêvebirê bere yê Komela Mafên Mirovan li Amedê gote Dengê Amerîka ku hêzên ewlekariyê li herêman Kurdan sîvîlan dikin armac û rê nadin birîndar bên rakirin.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digek Burhan Zoroglu, vî failê deng dagirin;