Rojavayê Kurdistanê di sala 2015an de rastî guhertin û bûyerên mizin hat ji aliyê civakî,siyasî û leşkerî ve û xweseriya demokratîk ya desthilatdar ji aliyê PYD e ve da ber ezmûneke mezin di rêvebertiy kantonên xwe de, geleo bo sala 2016an çi amadekarî heye?
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Ekrem Hiso re kir, serokê encûmena cîbicîkar ya Kantona Cezîrê û jê pirsa kar û xebatên wan kir di sala 2015an de û amadekariya wan ji sala 2016an re çawa pêk tê?
Birêz Hiso di derbarî sala 2015an de got, ku saleke serkeftî bû ji xebatên wan re wekû xweserî û wan gelek pêşveçûn di herêma Cezîrê de kirin, di warê siyasî û leşkerî de û aliyê civat û rêveberiyê de.
Herwiha jî rêzdar Hiso li ser sala 2016an dibêje: "Em dixwazin ku pêwendiyên xwe yên derve xurtir bikin, karê çandiniyê baştir bikin, û ji aliyê siyasî jî giftûgoyan bi rikeberiya Sûrî re berdewam bikin."