Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş îro Çarşemê li Moskow bi Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov re hevdîtinek kir.
Lavrov ji Demîrtaş re got ku Rûsya rola HDP di sîyaseta Tirkîyê de girîng dibîne û hilbijartina dawî jî ew yek careke din nîşan daye.
Lavrov herwiha got ku ewê girîngî bidin nêrînên HDPê yên derbarê Sûrîyê jiber ku Rûsya amade ye ku hevkarî ligel hêzên ku dijî DAIŞê bi karîgerî şer dike, hevkarî bike.
Demîrtaş jî got, ew bi lêxistina firok Rûsî xemdar in, lê divê kanalên dîplomatîk neyên girtin. “Em amade ne ku hemî tiştên ser mile xwe bikin, da ku krîza heyî di nav gelên her du welatan de belav nebe.”
Demîrtaş bi berdewamî got, peywendîyên Rûsya û Tirkîyê di asteke xirab de ye, lê ew wek HDP hazir in ku roleke erênî bilîzin.
“Em wekî partîyeke opozîsyone li Tirkîyê, ne alîgirê girjî û reqbûnê ne. Me berê jî dîyar kiribû ku gêrkirina firoka Rûsî ne biryareke rast bû. Loma em dixwazin kêşeyên heyî bi rêkên dîplomatîk bêne çareser kirin ku ev krîz zirar nede civaka her du alîyan.”