Serok Barack Obama li Pentagon, wezareta Bervaniya Amerîka digel Cıvata Parastina Niştimanî kom dibe, jibo gotûbêjan liser qayim kirina hewlên şerê li dij komela Dewleta Îslamî DAIŞ ê. Tîmê Parastina Niştimanî Wê agahiyên dawî yên derheqî pêşhatên vî şerî bidin serok Obama, ewê bipirsin kanê rêk û rêbazên din pêwîstin jibo jinav birin û nehêlana vê komela radîkal û cîhadî.
Lê hêşta Serok Obama rijde li ser ne hinartina hêzên bejahî yên Amerîkî jibo beşdariya êrîşên liser erdî di wî şerî de, tevî kû Wezîrê berevaniya Amerîka dibêje kû DAIŞ şiyan hene êrîşên teroristî di nav Amerîka de han bide.
Erê hevbendiya bi rêberatiya Amerîka wê bi karibe DAIŞ ji nav bibe bê hinaritina hêzan jibo şerî ? Erê ev şer wê bi çî germ û gur be, eger Amerîka hêza ne şîne Îraqê û Sûrîye?
Di bernama îro ya Em û Siyaset de, emê mêvandariya hêjayan, Dr. Wecîh Nêrweyî, profesorê zanistên siyasî li zankoya Duhokê û nîvîskar Can Kurd, li Elamniya.
Jibo guhdarîkirina bernama Em û Siyaset, li faila deng guhdarî bike;