Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Laurent Fabius Dibêje Daketina Esed ji ser Desthilatê Niha ne Pêwîste


Wezîrê derve yê Frensa Laurent Fabius di hevpeyvîneke de îroj şemiyê got ew êdî ne bawere ku Beşar el-Esed divê ji ser desthilatê dakeve berî veguhestineke siyasî li Sûriyê.

Wî gote rojnameya herêmî ya Frensî Le Progres ku şerî dijî Daiş pi girînge û tenê ewê çalakdar be eger hemî Sûrî û hêzên herêmî yekgirtî bin, û yekgirtina Sûriyê jî tê wateya veguhestineke siyasî. Ango ne pîwîste Beşar el-Esed berî viguhestina siyasî divê biçe, lê divê gerantî hebin di dahatû de li gor Fabius.

Axaftina Fabius nişana guhertinekeê ye di helwesta Frensa li dor serokê Sûriyê, ku berê daxwaza daketrina Esed cji ser desthilatê dikir û ew wek xwînmijê xelkê Sûriyê didan nasîn.

Berê jî hin nîşan hebûn ku renge Parîs helwesta xwe nerm bike, di demekê de ku xema yekem bû têkbirina Daiş ya ku meha berê êrîşî Parîsê kiribû.

Frensa, ku wek Amerîka û endamên din yên koalisyona navnetewî helmeta xwe gur kirinye li dijî Daiş li Îraq û Sûriyê, ew hewila bijareke siyasî an leşkerî dide ku hemî aliyên Sûrî tevlê bin ji bo dîtina çareseriyekê ji bo şerê welêt.

Tê zanên Fabius roja doşemê gotibû diyare Esed nikare li gel opozisyona nermerê kar bike li Sûriyê.

XS
SM
MD
LG