Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guftûgoyên Li Dor Sûriyê Li Vienna Dest Pêdikin


Sûriyê wekî cihekî geş ji bo terorê îroj şemiyê di serê kombûna wezîrên derve yên welatên ku li wir şer dikin de ye, di demekê de ku terorê êrîşî Parîsê kir.

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry û yê Rûsya Sergey Lavrov herduwan jî êrîşên Parîsê pirotesto kirin di kombûna xwe ya li gel niwênerên mezin yên Îran, Erebistana Siudî û welatên din. Li gel nakokiyên kûr li dor çonîtiya bidawîanîna şerê çar salan yê Sûriyê.

Nakokiyên sereke di navbera wan de ewin li dor rola serokê Sûriyê Beşar el-Esed di piroseya veguhestinê de û gelo kîjan gurûpên şer divê bêne naskirin wek terorîst.

Ev nakokî diyare dê di kombûnê bi awakî demkîn li alîkî bên danîn.

Tê zanîn berî kombûnê wezîrê derve yê Frensa Laurent Fabius got êrîşên Parîsê diyar dikin ku pêwîste civaka navnetewî bingeheke hevbeş bibîne ji bo Sûriyê û terorîsmê.

Wezîrên derve yên Almanya, Urdun û Erebistana Siudî jî heman hest derbirîn.

Bêhtirî 250 hezar kes li Sûriyê jiyana xwe ji dest dan di şer de. 11 milyon kes malên xwe bicîhîştin, Ewrupa û welatên derdora Sûriyê rastî mezintrîn kirîza koçberiyê dibin ji dema şerê cîhanî yê duyem ve, di encama şerê welat de.

XS
SM
MD
LG