Çalakvan dibêjin çekdarên Daiş li Sûriyê 37 kesên mesîhî ku piraniya wan jin in, azad berdan, ku ew ew di nav 200 kesên Siryanî de bûn, di meha şibatê de ji aliyê Daiş ve hatibûn girtin.
Tora Siryanî ya Mafê Mirov, îroj şemiyê di daxuyaniyekê de li ser Facebook got guftûgo berdewamin li dor berdana 124 kesên din ku hîn girtî ne.
Gurûpê wêneyên girtiyên berê belavkirin, gihîştin gundê Til Temir li bakurê rojhilata parêzgeha Heseke, ku piraniya xelkê wî Siryanî ne.
Serokê komeleya Siryanî ya xêrxwazî li parêzgeha Heseke Êdmon Gabriyêl, got 27 kes ji yên azadkirî jin in. Ew dibêje pêşbîne gurûpeke din ji girtiyan roja duşemê bêne azadkirin.
Tê zanîn, Daiş di meha 10 de sê kesên Siryanî kuştin, lê berê hinekên din bi riya guftûgoyan azadkiribûn.