Rûsya bi awayekî fermî Serokê Sûriyê Beşar Esad pêşwaz kir û serokê wê Vladimir Putin bi wî re civiya, di vê dema awarte de ji qêrana Sûriye re ku dîsanê zihêzên cîhanê da ber pirs û helwestên nû di derbarî Sûriye û qêrana wê de.
Parêzer Ferhad Baqir ji Dengê Amerîka re got :" Rûsya dixwaze ji cîhanê re eşkere bike, ku Beşar Esad hîna serokê Sûriyê ye û ew dest jê bernade."
Herwiha jî Baqir li ser qêrana Sûriyê dibêje ku ev serdan wê kêşeyê aloztir û zortir bike. wê çareserkirina qêranê bi dirêjayî keve ji ber berjewendiyên zilhêzên cîhanê di berdewamiya vê qêranê de ye.
Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke