Nûçeya mirina hunermendê şêwekarê Kurd ê navdar Omer Hemdî ( Malva) cihekî taybet di nav mîdya û soşyel mîdiya Kurdî de girt, ji ber taybetmendiya berhema Omer û navê wî di nav hunermendên navdewletî de.
Dengê Amerîka ev nûçe şopand û hevpeyvînek taybet bi hunermend Adil Dawûd re kir yê gelekî nêzîkî hunermend Malva ye ku têde got: "Omer hemedî sax e, lê rewşa tenduristiya wî ne baş e."
Herwisa jî li ser kesyetiya Omer û hunera wî, Dawûd dibêje : Omer kesekî mîna zaroka ye ji her kesî hezdike, û ji ziman û gelê xwe jî pir hezdike. Omer navekî gelekî mezin e di nav hunera Kurdî de.
Bêtir zanîn di vê hevpeyvîna dengî de ye