Siham Omer Qadir dibêje, divê tev layenên siyasî vegerin ser maseya danûstandinan jiber ku êdî sebira gel nemaye, li hember aloziyên siyasî û aborî gel bê aram bûye.
Dezgehgên ragihandina Herêma Kurdistana Îraqê ji zarê endamên amadeyi kombûna PDK û YNK radigihînin ku PDK rijd e serokê parlemanê Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihamed bê guhertin.
Siham Omer Qadir, endama Yekgirtuya Îslamî di parlemana herêmê de gote Dengê Amerîka, posta serokatiya perleman bi rêkeftina Partî û Gorran çêbûye divê ew vegerin wê rêkeftinê.
Qadir herwiha got, divê tev layenên siyasî vegerin ser maseya danûstandinan jiber ku, êdî sebira gel nemaye, li hember aloziyên siyasî û aborî gel bê aram bûye.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna digel Xanim Siham Omer Qadir, faile deng dagire: