Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoktratîk (PYD) Salih Mislim ji Dengê Amerîka re dibêje ku helwesta wan derbarê terorê ji destpêkê ve zelal e.
Mislim yê ku vê dawiyê ligel Mikhail Bogdanov, cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya kom bibû, di vê hevpeyvînê de dide zanîn ku Rûsan dixwest nêrîna Kurdan derbarê maytêkirina Rûsya ya vê dawiyê li Sûriyê bizanin.
Di dirêjahiya axaftina xwe de, hevserokê PYDê got ku Kurd dê peywendiya xwe ligel koalisyona bi serkêşiya Amerîka berdewam bikin.
Bêtir agahî di dirêjahiya vê hevpeyvînê de li ser vî faylê deng guhdarî bikin.