Piştî ragîhandina Rûsiya ji destwerdana xwe ya serbazî re di Sûriye de bo şerê li dijî DAIŞ ê rikeberiya sûrî bi awayekî tund helwesta xwe li hember wê diyar kir wekû destdirêjiyeke nerewayî di xaka Sûrî de.
Endamê komîteya navendî ya Partiya Dîmokrata Kurdistan -Sûriye -PDKS-
Omer Koçerî di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got, mafê rikeberiya sûrî heye ku li dijî vê destwerdanê raweste , ji ber Rûsiya berjewendiyên rêjîma Sûriye diparêze, û ew ne ji bo şerê DAIŞê derbasî şerê Sûriye bûye.
Herwisa jî birêz Koçerî diyar kir ku helwesta encûmena Kurdî -ENKS- jî vê destwerdana Rûsî ve, wek ya rikeberiya Sûrî yî, wê li dijî vê destwerdanê be.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke