Çalakvanên Sûrî dibêjin, firokên cengî yên hikûmetê jimareke êrîşên esmanî li bajarokekî jêr kontrola rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) de pêk anîne. Di encama van êrîşan de bi kêmî 9 kes hatine kuştin bi dehan jî birîndar bûne.
Êrîşên esmanî yên rejîma Sûriyê li bajarokê Meyadîn yê ser sînorê Îraqê pêk hatin.
Rêxistinek dijî DAIŞ bi navê "Deyr Ezzor bi Bêdengî Tê Kuştin", ragihand ku 9 kes hatine kuştin. Ev rêxistin dibêje, DAIŞ bi riya mizgeftan bang li xelkê dike da ku xwînê bidin kesên birîndar.
Lê rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov dibêje, 15 di êrîşên rejîma Esed de hatine kuştin, di nav de jî 3 zarok. Ew dibêje, tê çaverêkirin ku jimara qurbaniyan zêdetir bibe, jiber ku rewşa gelek birîndaran xirab e.