Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îroj şemiyê li gel wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li New York kom dibe ji bo guftûgokirina cîbecîkirina rêkeftina navokî ya Îranê.
Ev axaftin tên berî kêmî mehekê ji 18 meha 10, dema ku divê Îran dest bi pêkanîna bendên rêkeftinê bike.
Li gor rêkeftinê, ji Îran tê xwestin, enbarên xwe yên Yoranyom kêm bike, bi hezaran amîrên parzinandinên navendî rake, û guhertinan di bingehên navokî de bike.
Tehran bi hêviye ku cezayên aborî ji ser wê rabin, dema ku acansa wizeya navokî ya navnetewî erê bike li dor pêgiriya Îran bi rêkeftinê.
Kirîza Sûrî jî pêşbîne ku cih bigre di nav axaftinên Kerry û Zarîf de.