Vê hefteyê em balê dikişînin ser hilbijartinên serokatiya Amerîka, bi taybet piştî bidawîbûna miştûmira (debate) berbijarên partiya Komarî.
Programa ku ji aliyê televizyona CNN ve hate birêvebirin, di du beşan de mêvandariya her 15 berbijarên Komarî kir.
Gelek babetên germ di vê miştûmirê de hatin gotûbêjkirin û herwiha gelek bûyerên balkêş tê de qewimînin.
Ji van 15 Komariyan ewê tenê yek berbijar karibe beşdarî hilbijartinên serokatiyê yên Novembera 2016ê bike. Li aliyê din, ewê yek berbijar ji partiya Demokrat maf hebe ku beşdarî hilbijartinan bike.