Li bajarê Stenbolê xwepêşandaneke berfireh li ser daxwaza AKP hate lidarxistin, bi mebesta "şermezarkirina terorê."
Şirovekar dibêjin, mebesta rasteqîn ya AKP ew bû ku bêtir xelkê li dora xwe kom bike, da ku ev kes bibin piştgir jibo hilbijartinên meha 11ê.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, cîgirê berê yê Partîya Demokrata Kurdistanê/Tirkiyê Ridwan Botanî dibêje, gerek e hikûmeta Tirkiyê tevahiya aliyên siyasî yên Kurdan li danûstandinan beşdar bike.
Birêz Botanî herwiha da zanîn, cudahî di navbera pirsa 20 milyon Kurdan û pirsa PKK de heye, lê serokê Tirkiyê kêşeya Kurdan kiriye kêşeyeke ewlekarî.