Çavkaniyên ewlekariya Tirkiyê dibêjin firokên şer yên Tirkiyê komek êrîşên esmanî birin ser şervanên Kurd li bakurê îraqê û bi kêmanî 55 şervan kuştin.
Çavkaniyan got êrîşan kamp û şûnên din yên Partiya Karkerên Kurdistan PKK ji xwe re kirin armanc.
Tê zanîn ku şer di navbera hêzên ewlekariya Tikiyê û şervanên PKK de bi awakî rojane berdewam e, ji dema hilweşandina piroseya aştiyê ve, di meha 7 de.
Firokên şer yên Tirkiyê gelek caran êrîşî kampên PKK kirin li herêmên çiyayî yên bakurê Îraqê û başûrê rojhilata Tirkiyê ku piraniya wê Kurd in. Şervanan jî bersiv dan bi êrîşên mirdar li ser hêzên ewlekariyê.
Hêjayî gotinê ye ku 100 serbaz û polîs ta niha hatine kuştin ji dema destpêkirina şer ve. Ev jimara bilind, bû encama xwepêşandanên berfeh ji aliye radîkalên netewperestên Tirk ve, ku PKK û Kurdan ji xwe re dikin armancli welêt.