Komela Dewleta Îslamî DAIŞ bi sedan xortên Êzdî kuştin û bi sedan zarokan fêrî cîhadê dikin û bi sedan keçen Êzdiyan li bazarên koletîyê firotin, lê nikarê hez û viyana jiyanek paqij û pir evînî ji dilê xelkê Şengalê derîne.
Alî Xidir û Viyan Mîrza nimûneya hez û viyana jiyanek geşekirî ne.
Piştî Viyanê di gel kes û karên xwe şiyan xwe ji deste DAIŞ rizgar bikin, Alî daxwaza wê kir ji bo diyar kirina evîna xwe ya rest û dirus û li 20 meha 9 wê şahiya xwe bikin.
Wan gete Dengê Amerîka, wan divê bibin nimune ji xortên dî re û peyamekî bidin kû ew bawerîya xirab ya li ser Êzdî, ne rast e.
Li deme kû Alî û Viyan mijulê amadekariyan bun ji daweta xwe ra, Dexîlê Şemo ji wan xwest çîroka xwe ji Dengê Amerîka re bêjin. Di failê deng de hevpeyvîna digel Alî û Viyan guhdarî bike;