Rêberê Partiya Kar ya Îsraîlê Issac Herzog îro Şemiyê bang li hikûmeta welatê xwe kir ku penaberên Sûrî bihewîne.
Rêberê partiya opozisyonê li ser rûpela xwe ya Facebookê got, “gelê me yê Cihû jî rastî ezmûnên wisa wekî ya gelê Sûrî hatiye û divê em derbarê vê komkujiya ku li Sûriyê dibe bêdeng nemînin.”
Li dema semînarekê jî li Tel Avîv, birêz Herzog bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku ji bilî alîkariya ya mirovahî ku nuha pêşkêş dike, dive pêşwaziya penaberên Sûrî bike.
Ev bûye demeke dirêj ku Îsraîl pêşwaziya birîndarên Sûrî dike û wan li nexweşxaneyên xwe derman dike, bi taybet li herêma Golanê. Lê hinek girjî derbarê vê yekê di navbera hikûmeta Îsraîlê û Durziyên welêt derketiye holê.
Durzî ji dermankirina şervanên opozisyona Sûrî li Îsraîlê ne razî ne.