Yekîtiya Ewrupa rastî keşeyeke mezin bûye ji ber pêla penabran ku bi hezaran berê xwe dane welatê Ewrupayê bi riyên ne rewayî û jiyana xwe dixin bi metirsîna mirinê di riyiyên qaçax de.
Yekîtiya Ewrupa hewlil dide ku yaseyên xwe biguherîne da ku alîkariya penaberan bike û derfet û riyên aram û rewa bidin ber wan ji aliyê hikûmetan ve û rêxistin û kesayetên serbixwe.
Rojnemevan û çalakvanê mavê mirovan Mesûd Ako ji Dengê Amerîka re got ku pirraniya welatên Ewrupî hewil didin ku alîkariya penaberan bikin û wan li nav welatên xwe belav bikin û derfetê jiyanê bidin wan.
Herwisa jî birêz Ako dibêje ku jiyana penaberan di xeterê de ye li welatên Ewrupaya rojhilat mîna Hungarya, Bulgarya û Yunanistanê , ji ber wê jî divê ku bi lez alîkarî ji wan re bê dan.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke