Bi kêmanî 13 kesên sivîl îroj şemiyê hatin kuştin li herêmeke ku berê aştiyane bû, li bakurê Afghanistan, di demekê de ku serok Ashraf Ghani hewil dida di kombûneke bexişdarên navnetewî de li Kabol a Paytext, dupat bike ku Afghanstan ber bi pêş ve diçe ji aliyê sozên çaksaziyê ve.
Peyvdarê parêzerê Belx Mûnîr Ehmed Ferhad, got sivîl hatin kuştin ji aliyê çekdarne nenas ve, ku ji erebeyên xwe daketin û ew gullebaran kirin.
Bûyerê cih girt di demekê de ku Ghani confransa bexişdaran vekir ji bo nûavakirina welat piştî nezîkî 40 salî ji şer. Di konfiransê de wî ji wan re got pêşketin di gelek biwaran de pêk hatin e, di nav de jî biwarên ewlekarî û gendeliyê.
Hêjayî gotinê ye, kombûna berpirsên mezin, ew ya şandên civaka navnetewî bû, di nav de jî rêxistinên ne hikûmî yên ku piştgiriya Afghanistan dikin di warê abûrî û nûavakirina ewlekarî û civakî de.