Perlemana Ewrupî û rêxistinên nêvnetewî xema xwe hember girtina rojnamevanên rexneyan li hikûmeta Tirkiyê digirin û dixwazin rojnamevanên girtî azad bike.
Pêla nû ya girtina medyakaran li Tirkiyê destpê kir hevdemê hêrîşên firokên Tirkiya ser DAIŞ û PKKê ye, lê welatên rojava karên Tirkiyê bi pêşêliya azadiya raderbirênê û demokrasiyê didin naskirin.
Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka rojnamevan û nivîskar Medenî Ferho got, divê kes ji Tirkiyê bawer neke kû ew medyakaran bi tawanên piştevaniya terorê binçav dike.
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel Medenî Ferho, failê deng dagire;