Artêşa Tirkiyê dibêje, firokên wê yên şer êrîşên esmanî yên nû li dijî armancên serhildayên Kurd li Çiyayê Qendîlê Destpê kirine. Di encama êrîşan de 29 şervanên Kurd hatine kuştin.
Daxuyaniyeke artêşê ku îro Şemiyê belav bû, dibêje ku ev êrîşên esmanî bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rojên Pêncşemê û Îniyê bombebaran kirin.
Di bûyereke din de, artêşa Tirkiyê got ku bi kêmî 12 serhildayên Kurd li nêzîk bajarokê Roboskî hatin kuştin. Ev yek di encama pevçûnên roja Îniyê de derket holê.
PKK’ê ti daxuyanî derbarê vê bûyerê nedaye.
Di encama vê tundûtûjiya nû de ku ji Tîrmehê de destpê kiriye, bêtirî 100 kesan hatine kuştin.
PKK’ê ji sala 1984’ê ve jibo mafên Kurdan şerê dewleta Tirkiyê dike, lê di sala 2012 de ew bi hikûmetê re ketibû nav diyalogên aştiyê.