Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Hacî Ahmed Kurdî, fermandarê berê ya Enîya Kurd (Cebhet El Ekrad) ser dawîhatina koma xwe û damezradina Artêşa Şoreşgeran (Jaysh al-Thuwar) agahîyên fireh dide.
Birêz Kurdî dibêje, Cebhet El Ekrad karên girîng kirin, lê rêxistineke firehtir pêdivî bû ku hemî pêkhatîyên civaka Sûrî bîne be hav û şerê DAIŞ û komên din yên tundrê bike.
Kurdî planên Tirkîyê li nav axa Sûrîyê bi tundî rexne dike û dibêje Enqere dixwaze nav pêkhtîyên civaka Sûrî de probleman derxe û Tirkmenan jî wek alav kar tîne.
“Derdê Tirkîyê ne başîya Tirkmenan e. Enqere dixwaze ligel karanîna Tirkmenan plana xwe ya danan “heremeke ewle” li herêma navbera Cerablus û Azazê cîh bîne û nehêle Kobanê û Efrîn bigehijin hevdu.”
***