Çavdêr dibînin ku rêkeftineke siyasî derbarê şerê navxweyî li Sûriyê dê nêzîk derkeve holê.
Welatên Ereb yên Kendavê û Îran xuya ye ku gihiştine çarçoveyekê jibo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re.
Di vê derbarê de, birêz Merwan Osman ji Dengê Amerîka re dibêje ku hemû aliyên şer li Sûriyê û piştgirên wan yên herêmî gihiştine qonaxa westana û "êdî ew amade ne ku rêkeftineke siyasî pêk bînin."
Lê birêz Osman dide zanîn ku tundûtûjî dê her berdewam bike, "jiber ku rêxistinên tundrê wekî Nusra û DAIŞ bi çi gotûbêjan qayîl nabin."
Dirêjahiya hevpeyvînê li ser vê lînkê guhdarî bikin.