Serdana Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf Sûriye û Libnanê û hevdîtina wî bi serok û karbidestên bala yên herdû welatan ve bala raya giştî kişand.
Di hevpeyvîna rojnamevan Komas Şahbazî de bi Dengê Amerîka re got ku Îran serdan Libnan û Sûriye dike da ku piştgiriya xwe ji alîgirên xwe yên Şîî re diyar bike û xwe bide pêş di siyaseta Rojhilata Navîn de mîna lîstkevanekî serekî.
Herwisa jî Şahbazî dibêje Îran berjewendiyên xwe diparêze û nakeve nav şerê li dijî DAIŞê bi awayekî eşkere ji ber tenê pilana wê ku Serokê Sûriye Beşar el-Esed diparêze.