Pêncşema borî, 17 kandîdên partiya Komarî li Amerîka di du panelên cuda de hatin ber hev jibo plan û progamên xwe pêşkêşî gelê Amerîkî bikin.
Gelek bûyerên balkêş di van panelan de derketin, lê ya herî balkêş axaftinên berbijar Donald Trump yê ku hergav serpêhatiyên nû durist dike.
Ev cara yekê ye ku kandîdên Komarî jibo hilbijartinên serokatiya Amerîka (2016) derdikevin pêş cemaweran.
Programa Zindî Ligel We (Rastewxo Legel Êwe) vê hefteyê balê dikişîne ser wê helkeftê û herwiha hinek mijarên din yên girêdayî hilbijartinên 2016'ê.
Goran Rehîm, rûniştvanê wîlayeta Virginia, jî dibe mêvanê vê programê da ku şîroveyên xwe bide.