Hunermendê şêwekar Hesko Hesko ji nifişê siyem e di serbora hunera şêwekarî de li rojavayê Kurdistanê.
Hisko di sala 1973an de li gundê Şeran- Efrînê ji dayik bûye.
Di sala 2000 an de xwendina hunera ciwan li Zanîngeha Şamê qedandiye.
Hesko bi zîrekiya behra xwe karîbû zû bi zû cihê xwe di nav çalakiyên hunerî de bigre him li Şama paytext û him jî li seranserî Sûriyê.
Hesko bi dehan pêşangehên tenya çêkiriye û bi dehan jî beşdarî yên hevbeş bûye çi li Sûrî, û çi li Tirkî, Başûrê Kurdistan, Lubnan, Denîmark, Amerîka û hinî din.
Naveroka kevalên Hesko bi piranî, li ser xweza ye û lawir û pêkhateyên wê ne, ku wî zaroktiya xwe bi xwe re hilgirtiye û bi şêweyekî hunerî wan tîne ziman, li vî tiştî.
Hesko dibêje: Piraniya zaroktiya min li çolê bû, hevalên min lawir û sawirên wê bûn, ez gelekî nêzîkî giyanê wan bûm ji ber wê ez wan baş têdighêm.
Hesko li kêleka hin huneremendên din ên Kurd, karîbûn bi xurtî xwe bidin nasîn li Şamê û bala galîrî û holên hunerê bikşînin.
Hesko nuha li Denîmark dijî, ji ber şerê Sûriye yê navxweyî bû penaber mîna hezaran ji gelê Sûrî ve, gelo wê penaberî çi bandorê bike li ser huner û jiyana wî? Hesko got: ez bawer nakim ku ez bi şûnde vegerim di jiyan û hunera xwe de, erê ez gundî me lê ez dilsozê lawir û pêkahetên xuristiya zaroktiya xwe me, û ez ê wan her bi şêweyekî baş bidim nasîn.
ji bo bêtir zanîn li navê huneremnd kilîk bike Hesko Hesko