Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Em û Siyaset: Şerê Tirkiyê li Dijî DAIŞ û PKK'ê


Ev bûye çend roj ku firokên Tirkiyê êrîşî bingehên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin.

Tirkiyê, heta berî hefteyekê jî guman hebû ku çavê xwe ji livên DAIŞ digirt, niha beşdarek karîger e di wî şerî de. Lê di heman demê de ew êrîşî PKK dike, bi heman armanca şerê terorê.

Pêşhatên nû hefteyekê bûn piştî teqîneke xwekûjî li Sirucê, tê de 32 kes hatin kuştin û DAIŞ pê hatî tawanbarkirin.

Lê gelek kes bawer dikin ku armanca Enqerê PKK ye berî ku DAIŞ be.

Jibo şirovekirina van pêşhatan, Bernameya Em û Siyaset mêvandariya Kameran Qeredaxî, nivîskar û şarezayê siyasetê li London, Dr. Wecîh Ebdo, mamosteyê zanistên siyasî li zanîngeha Duhokê û Abdulrahman Ozmen, mamoste li Zanîngeha Dîcle li Amedê dike.

Jibo guhdarîkirina bernama Em û Siyaset, vî faylê deng dagire;

Şerê Tirkiyê Lidijî DAIŞ û PKKê
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:47 0:00

XS
SM
MD
LG