Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Destêwerdana Leşkerî ya Tirkiyê li Nav Sûriyê


Êrîşên artêşa Tirkiyê ser bingehên çekdarên DAIŞ pêşhateke nû ye di sîyaseta derve ya Tirkiyê. Lê bûyerên tundûtûjîya piştî teqîna Sirucê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hate bikaranîn jibo êrîşkirina bingehên PKK'ê.

Li gorî şarezayan, dibe serkeftinên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bûne eger jibo tirsa Tirkiyê.

Erê tevlîbûna Tirkiyê di şerên Sûrîyê de wê çi guhertinan ser rewşa Sûrîyê bike? Kurd wê bi çi awayî serederîyê ligel van pêşhatan bikin? Gelo Tirkiyê wê bibe qada pevçûnên ligel DAIŞ?

Bernama Tîrêj vê hefteyê mêvandariya siyasetvan Dr. Kamîran Hecî Ebdo û rojnamevan Ebdulrehman Guk kir.

Dr. Hecî Ebdo got, komara Tirkiyê alîkarî dida hemû kom û rêxistinên Îslamî yên tundrê wekî DAIŞ, lê ew derbasî Sûriyê bû jiber ku gefeya DAIŞ êdî gihiştiye nav axa Tirkiyê.

Lê birêz Guk got, Tirkiyê dixwaze bi şert û merc beşdarî di şerê dijî terorê bike bi peydakirina herêmeke parastî li Rojavayê Kurdistanê û niha hîn ew xewn berdewam e.

Tîrêj # 12
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:40 0:00

XS
SM
MD
LG