Serokê Yemenê Ebid Rebû Mensûr Hadî hejmareke wezîrên Yemenê hinartine bajarê Eden, piştî hêzên berevaniya millî devereke berfireh kontrol kirin.
Ev yek jî bi serkeftineke mezin hatiye nasandin. Gelo ev pêşveçûn wê sengîya hêzê biguhere da ku hikûmeta rewa vegere ser desthilatê?
Nivîskar û medyakarê Yemenî Elî Selah Ehmed di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka got, helbet wê bandoreke mezin li rewşa şerî hebe, bi taybet piştî êrîşên esmanî yên hevpeymanîya Ereb bi serkêşiya Erebistana Saudî.
Birêz Ehmed herwisa got, hêvîya me xelkê Yemenê ye, "me çi hêvî bi hewlên ragirtina şerî ji derve yan ji welatên biyan ve nîne".