Êrîşên esmanî yên koalisyona bi serkêşiya Amerîka Şemiyê û Yekşemê bi kêmî 23 mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li rojhilatê Sûriyê kuştin û gelekên din jî birîndar kirin.
Di daxuyaniyekê de ku Yekşemê zû hate belavkirin, koalisyonê got ku êrîşên esmanî bingeh û rêkên derbasbûn û derketina ji nav bajarê Raqayê kirin armanc.
Berdevkê koalisyonê Kolonel Thomas Gilleran dibêje, mebesta êrîşên esmanî ew bû ku rê li ber mîlîtanên DAIŞ were girtin ku hêza xwe ya leşkerî ji Sûriyê derbasî nav Îraqê nekin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jimara kuştiyên DAIŞ belav kir. Malperek ser bi DAIŞ ve êrîşên esmanî piştrast kir û got ku 10 kes hatin kuştin û bi dehên din jî birîndar bûn.
Roja Şemiyê, mîlîtanên DAIŞ vîdyoyek belav kirin, tê de 25 kes li şanogeheke kevin ya bajarê Tedmur yê dîrokî ji aliyê jimareke endamên DAIŞ yên sîpe tên bidarvekirin.
Tê bawerkirin ku kesên tên kuştin, leşkerên artêşa Sûriyê li nav zindana Tedmur ya navdar bûn.
Ji dema ku DAIŞ Tedmur li Gulana borî kontrol kiriye, wê heta nuha bêtirî 200 kesî bidarve kiriye.