Li ser daxwaza Parlamena Ewrupayê şandên kêmnetew û olên Îraqî serdana Ewrupayê dikin da zêdetir li ser rewşa penaberan werin haydarkirin.
Çalakvanê Êzîdî Dr. Mîrza Dînayî wê beşdarî konferansê bike û di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka got, haydarkirina parlamana Ewrupî li ser rewşa kêmnetew û olan li Îraqê dê bibe alîkar jibo baştirkirina rewşa penaberan.
Dr. Dînayî herwisa got, "em dixwazin kar jibo parastina xelkên li deşta Mûsilê bête kirin û emê daxwaza programeke taybet bikin bo wergirtina xelkên nikarin vegerin welatê xwe."