Li 23'ê vê mehê parlamena Herêma Kurdistanê pêdaçûn bi ser bernivîsa qanûna serokatiya Herêmê kir û Partiya Demokrata Kurdistanê ya xwedan 38 kursî ew rûniştin boykot kir.
Endamên Partî dibêjin, ew li ser şêwaza qanûna dengdanê jibo hilbijartinên serokatiyê ne qayîl in.
Gelo çima pirsa serokatîya Herêma Kurdistanê bûye tengaviyeke siyasî? Çi cudahî li navbera dengdanê bo postê serokatîya bi awayekî rastewxew yan di nav parlamenê de heye? Reftarên aliyên siyasî yên Herêmê bi karekî demokrasî tên xuya kirin?
Bermana Tîrêj ko ji aliyê Xalid Fetah ve tê pêşkêşkirin, mêvandarîya Dr. Hakim Şêx Letîf, siyasetvan û şarezayê yasa û Azad Ebû Bekir dike.
Birêz Şêx Letîf got, bawerîya aliyîn siyasî li Kurdistanê bi demokrasiyê nîne û gerek bû pirsa serokatîya Herêma nebe eger jibo aloziyan.
Dr. Şêx Letîf hewiha got, "min bawerî bi sazan û tewafiqê nîne."
Birêz Azad Ebû Bekir jî got, demokrasî li Kurdistan heye û sîstema demokrasiya Îraqî li ser bingeha tewafiqê ye.