Bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê ketiye bin êrîş û gefa çekdarên DAIŞ di hewldana bidestxistina bajêr ji aliyê başûr ve piştî têkçûna wan li ser destê şervanên Kurd YPG, YPJ li çiyayê Ebdilezîzê û derdora wê.
Endamê pêwendiyên leşkerî ya YPG li Hesekê Dr. Salah Cemîl di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re rewş zelalkir û got, ku hêza rêjîma Sûrî pirr lewaz bûye û DAIŞ tarên Xiwêran, Neşwa-Şerqî xistine jêrî kontrola xwe.
Herwisa jî Dr.Selah dibêje DIAŞ komkujîk di nav leşkerên Sûrî de kiriye, lê jimara wan hîn diyar nebûye, û gelek ji welatiyên wan taxan tevî DAIŞ bûne û alîkariya wan dikin bo derbasbûna bajêr.
Ji aliyê Kurdî ve jî Dr.Selah got ku Kurd û hêzên xwe yên YPG, YPJ û Asayîş li kêleka xortên sivîl di amedebaşiyê de ne û nahêlin ku DAIŞ derbasî bajêr bibin, lê ew ta nuha neketine şer û alîkariya rêjîmê nekirine.
Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê vî faylê deng veke.