Îro Yekşemê Rojav Bav li Amerîka ye. Di vê rojê de, rola bavan di malbat û civakê de tê pîrozkirin.
Roja Bav li Amerîka cara yekem sala 1908 ji aliyê dêreke Krîstiyanan li wîlayeta West Virginia hate pîrozkirin, dema ku bîreweriya 362 karmendên kargehên derkirina komirê sala berî wê di teqînekê de hatin kuştin.
Abûrîzan dibêjin, salane Amerîkî bêtirî 1 milyar dolar li ser diyariyan di vê rojê de xerc dikin.
Di sala 1972 de, Serokê Amerîka yê wê çaxê Richard Nixon Roja Bav kir cejneke niştimanî.
Di bernama vê hefteyê ya Zindî Ligel We (Rastewxo Legel Êwe) de em balê dikişînin ser vê rojê.
Hevkarên me Wirya Kalê, Xaled Fetah û Simko Ezîz wekî sê bav beşdarî bernameyê dibin û nêrînên xwe li ser vê rojê didin.