Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bo cîhanê piştrast kiriye ku ew hêza sereke ne di şerê dijî terora DAŞ de.
Wan herwiha eşkere kiriye ku êdî ev rêxistina terorîst dikare were şikandin. Serkeftinên Kurdan her ji Xaneqîn û Hewlêr û heta Kobaniyê ve û vê dawîyê li Girî spî jî rewşeke nû bo Kurdan di warê siyasî û leşkerî de tînin pêş.
Erê di warî stratejîk azadkirina Girê Spî çend girîng e? Qonaxa piştre jibo hêzên Kurdan dê çi be? Çima Tirkiyê li ser azadkirinaGirê Spî nîgeran e?
Bermanê Tîrêj ku ji aliyê Xalid Fetah ve tête pêşkêşkirin, mêvandarîya berpirsê peywendên derve yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Ewrupayê Zuhat Kobanî û endamê pîlotburoya Partîya Demokrata Pêşverû Selah Derwîş dike.
Birêz Kobanî got, serkeftina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hender e bo tevahiya Sûrîyan bo pêkanîna welatekî demokratîk. Birêz Derwîş jî got, Kurd Ereban û Turkumanan ji malên wan li Girê Spî dernakin û serkeftina hêzên Kurdan li Girê Spî wê bibe fakterek di her danûstandinên li ser çareseriya krîza Sûrî de.