Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) serkeftineke mezin di hilbijartinên parlamena Tirkiyeê bidest ve anî û şîya bû 80 kursiyan li parlamenê bidest bixîne.
Erê serkeftina HDP serkeftina Kurdan e yan serkeftina demokrasiyê ye?
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka rewşenbîr û nivîskar Can Kurd dibêje, jiber ku HDP tiştekî jibo miletê Kurd naxwaze û navê wê ne Kurdî ye û ne jibo Kurd û Kurdistanê ketiye nav perlemanî, çi ferq û cudahî di navbera wê û wan Kurdên ku bi rîya AKP û CHP dikevin nav parlamenê.
Birêz Kurd da zanîn, KCK dibêje Salahettin Demirtaş nikare bêy Ocalan biryarekê bide. "Ev jî diyar dike ku biryar ya KCK'ê ye," wî got.