Îroj çarșemê êrîșkerekî xwekuj li derveyî perestgeha Karnek li bașûrê Misir xwe peqand û di encamê de çar kes birîndar bûn.
Berpirsan got du kesên din jî tevlî erîșê bûn ku ji aliyê polîs ve hatin kuștin û çi geștiyar di nav birîndaran de nebûn.
Perestgeha li bajarê Luxor ew pareke ji șûna kelepora cîhanî ya UNISCO li qeraxa çemê Nîl ku bi berferehî bala geștiyarên biyanî û Misrî dikșîne.
Çi berpirsiyarî nehatin ragihandin di ber vê erîșê de.
Hêjayî gotinê ye ku mîlîtanên Îslamî bi awakî berdewam di van salên dawî de êrîșî hêzên parastinê dikin û asta wan bilindtir bûye ji dema ku serokê niha Ebdulfettah el-Sîsî serkirdayetiya rûxandina serokê îslamî Mihemed Mursî kir di sala2013 an de.