Bendava 10% nema asteng bû jibo Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), lê niha Tirkiyê ketiye astenga pêkanîna hikûmetê.
Erê HDP wê koalisyonê digel APK pêk bîne? Erê derfet heye MHP û CHP û HDP hikûmetekê durist bikin? Erê HDP wê bi merca azadkirina rêberê PKK Abdullah Ocalan hikûmetê digel AKPê damezrîne.
Di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de digel hevseroka Sûra Amedê xanim Fatma Şik Barut dibêje, redkirin di sîyasetê da karekî nerast e, piştî nûnerên me biçin parlamenê ewê her tişt zelal bibe.
Herwesa xanim Şik got, serkeftina HDP ji encama berxwedana gel e û sîyaseta xirab ya AKP ye. Wê got, ev serkeftin diyarî ye jibo gelê me û serok Apo.