Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hilbijartinan, Senaryoyên Avakirina Hikûmeta Tirkiyê Çi Ne?


Yekser piştî bidawîhatina hilbijartinên parlamenî li Tirkiyê û derketina encamên wan, partiyên siyasî li welêt êdî behsa egerên damezrandina hikûmeta nû dikin.

Li gorî encamên hilbijartinan, AKP ya desthilatdar bi tena xwe nikare hikûmetekê ava bike. Lewra, dê pêwîstiya AKP bi partiyên din hebe da ku hikûmeteke koalisyonê ava bikin.

Piştî qedandina jimartinan dengan, ev encam hatin pêş: AKP bi rêjeya 40.9% dê 258 kursiyan li parlamenê bidest bixe. CHP bi rêjeya 25% dê 132 kursiyan bidest bixe. Bi rêjeya 16.3% MHP 80 kursiyan bidest dixîne û bi rêjeya 13.1% HDP jî 80 kursiyan bidest dixîne.

Gelek senaryo jibo damezrandina hikûmetê hene, lê hemû eger li pêş vê yekê vekirî ne.

Bêtir şirove û agahî di vê gotûbêja ligel hevkarê me Robîn Reşvan ku nuha bi mebesta şopandina hilbijartinan li Tirkiyê ye.

Senaryoyên Damezrandina Hikûmetê li Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:19 0:00

XS
SM
MD
LG