Hilbijartinên Tirkiyê wê guherîneke mezin li Tirkiyê çê bike, jiber ku eger HDP bendava 10% derbas bike, ewê bibe rêgir beramber AKP ku bikaribe sîstema welat biguhere.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, nivîskar Hamid Omerî dibêje, siyaseta xirab li warê azadîyan de a hikûmeta AKP li dema du salên borî, wê bandorê bi ser encamên hilbijartinan bike.
Herwesa birêz Omerî got, bûyerên vê dawiyê hevsozî di nav Kurdan de jibo HDP peyda kiriye.