Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Êrîşa Amedê li Hilbijartinên Tirkiyê


Rêberên partiyên siyasî li Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember êrîşên roja Îniyê li bajarê Amedê (Diyarbekir) nîşan dan. Di wê êrîşê de du teqîn çê bûn û di encamê de 4 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din birîndar bûn.

Êrîşê komcivîneke HDPê dikir armanc, li dema ku piştgirên partiyê lihev civiya bûn jibo nîşandana piştgiriyên ji partiya xwe re, du rojan berî hilbijartinên giştî yên girîng.

Gelo ev êrîş heta çi radeyê bandorê li hilbijartinên giştê yên Tirkiyê dike? Herwiha, çi alî sûdê ji êrîşên wisa dike? Çima HDP hergav dibe armanca êrîşên wisa?

Sîrwan Qiçço û Rovîn Reşvan ku nuha jibo şopandina hilbijartinan li Tirkiyê ye, van mijarê gotûbêj dikin.

Bandora Teqînên Amedê li Hilbijartinan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:45 0:00

XS
SM
MD
LG