Dadgeha pêdaçûnê a Mîsrê biryar da careka din dadgehkirin serokê berê Hûsnî Monarek bête kirin, li ser tawanên peywendêdar bi kuştîna xewnîşanderan li demê serhîdana sala 2011.
Dadgehê daxwaza dozgerê giştî dijî biryareka berê pesend kir, piştî helweşandîna hindek tawanan.
Dadgehê ragehand, dadgehkirina Mobarek ya dawîyê wê li 5 meha 11 bête kirin.
Hûsnî Mobarek yê 87 salê û desheladarê Mîsrî bo dema 29 salan her ji sala 2011 di zindanê da desteserkirye li ser hijmareka dozên Qanûnî.