Li demeke ku partiyên siyasî li kolan û meydanan xebatên xwe yên dawî ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê dikin, em li Stenbolê li standên partiyan geriyan.
Di kempeynên hilbijartinê de hevrikiya herî xûrt di navbera 3 partiyên opozîsyonê CHP, MHP, HDP û partiya deshilatdar AKP’ê de pêk tê ku hê jî li meydanan ev reqabet berdewam e.
Beriya 3 rojan ji hilbijartinên Tirkiyê re, bi taybet partiyên opozîsyonê û hilbijêrên wan êdî xem û fikarên xwe yên li ser sextekarî û dizîya dengan eşkere tînin ziman.
Bajarê herî mezin ê Tirkiyê Stenbol e ku bi bêhtirî 15 milyon serjimarî û ji 9 milyonan zêdetir dengan ji 550 parlamentaran 88’an dişîne parlamenê.
Jibo partiyên Tirkiyê pir girîng e li Stenbolê dengên zêde bistînin. Jibo serkeftina partiya çaremîn a Tirkiyê HDP ku rûbirûyî benda sedî 10’an e jî dengên vî bajarî pir girîng in.
Li standên partiyan ji xeynî partiya deshilatdar AKP alîgirên partiyên din, metirsdar in ku roja hilbijartinê sextekariya dengan were kirin.
Xebatkarê standa CHP’ê li meydana Şîrînevler ji Dengê Amerîka re wiha diaxife.
“Belê em bi fikar in ku sextekariya dengan çêbibe, lê me wek partî hemû tedbîrên xwe standine. Ji ber ku fikarên partiyên din jî hene, wan jî amadekarî jibo pêşîgirtina diziya dengan kiriye.”
Hemwelatiyekî Kurd ji bajarê Mûşê ku li ber standa HDP’ê rawestiyaye dibêje, “Em 24 seetan nobedariyê jî bikin em ê li dengên xwe xwedî derkevin û bi ser bikevin.”
Alîgirê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) jî xem û fikarên li ser parastina dengên hilbijêran tîne ziman.
“Em jî difikirin ku li ser sindoqan wê hin lîstik pêk werin. Hem di nav gel de hem jî di medyayê de ev tê gotin. Em dixwazin hilbijartineke adil be û tercîha hemwelatiyan her çi be, ew di encamê de derkeve.”
Partiyên din yên mîna Partiya Saadetê (SP), Partiya Vatan, Partiya Serxwebûna Tirkiyê (BTP), Partiya Çepa Demokrat (DSP), Partiya Rêya Rast (DYP) û gelek partiyên din ên biçûk jî rexneyan dikin ku bêdadiyek di kempeynên hilbijartinê de heye.
Alîgirê BTP’ê li standa xwe ya meydana Şîrinevler dibêje, “Em yekîtî û bihezbûna welat û miletê Tirkiyê dixwazin. Em jî dixwazin dengê me bigihîje hemû hemwelatiyan, lê tenê sê çar partî li medyayê cî digirin.”
Hêjayî bi bîr xistinê ye, roja Yekşemê li seranserê Tirkiyê 53 milyon û 765 hezar hemwelatî dikarin dengê xwe bidin da ku jibo serdema 25’an a parlamena Tirkiyê 550 parlamenteran derxin.
Kempeynên partiyan heta êvara Şemiyê berdewam dikin ku piştî rabûna qedexeyên hilbijartinê anku şeva roja Yekşemê ragihandina encamên hilbijartinê dest pê dike.