Medyaya Tirkiyê radigihîne ku 3 êrîşbiran teqe li daweteke kêmnetewa Rûm kirin û di encamê de sê mêvan hatin kuştin, yek ji wan zarok bû.
Ajansa Anadolu ya ser bi dewletê ve dibêje, 6 kesên din di wê êrîşa derengî Yekşemê de li nêzîk bajarê Bursa li bakur rojavayê Tirkiyê birîndar ketin.
Ajansa Anadolu got, polîs du êrîşbir girtine û li yê sêyem digerin. Egera vê êrîşê demûdest nehatiye zanîn.
Li gorî raportan, her sê qurbaniyên êrîşê jiber birînên xwe mirin, piştî ku hatibû rakirin bo nexweşxaneyê. Rûm kêmneteweke kevin ya Tirkiyê ye ku bi salan rastî cudahî û newekheviya nijadî ji aliyê Tirkan ve hatiye.