Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu roja Yekşemê serdana bajarê Amedê kir, wekî beşek ji kempeyna partiya wî, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar jibo hilbijartinên giştê yê 7ê Hezîranê.
Birêz Davutoglu di komcivînekê de ligel piştgirên partiya xwe dev avêt partiya hevrik, HDP û rexne li programa wê ya siyasî kir.
Nûçegihana Dengê Amerîka li Amedê Xecîcan Farqîn dibêje, gotara Davutoglu bêtir jibo Îslamiyên deverê bû.
Bêtir agahî di dirêjahiya vê hevpeyvînê de.