Di hevpeyvînekê de ligel Ajansa Associated Press ya nûçeyan, serekê ajansa NY ya penaberan Antonio Guterres îro Şemiyê got ku divê sînor jibo gelê Sûriyê li her deverê vebin da ku fişar li ser welatên Rojhilata Navîn ku 4 milyon penabrên Sûrî lê dimînin, were hilanîn.
Birêz Guterres herwiha bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariyê jibo wan welatên ku penaberan dihewîne zêdetir bike. Karbidestê navneteweyî got, divê Ewrupa jî sînorên xwe ji welatiyên Sûrî re veke.
Axaftinên Guterres bo AP li dema konferansa Foruma Aboriya Cîhanê li Urdunê hatin kirin. Wî da zanîn, “hinek stûnên bingehên jibo ewlekariya gitşî ya herêmê hene. Eger ev stûn ketin, ewê encamên wê jibo hemû cîhanê dramatîk bin.”
Guterres herwisa got, dora 15 milyon kes li Sûriyê û Îraqê di encama şer de ji cih û warên xwe bar kirine. Piraniya wan jî di rewşeke yekcar xirab de dijîn.